Xwendinên ewil û piştî demeke dirêj -piştî salan- meriv dîsa vedigere ser pirtûkên ku xwendiye, derî li ser deriyan vedike. Roja ku te rûpelên ew pirtûkê zivirand êdî ew ê ti tiştek wek berê di hiş û lisan da meşa wiya pergalîst ewê nedome, bive-neve xwe qût dike. Tabana ku ferd ji vê yekê ne haydar be jî wek helbesta helbestkar bi derveyî hiş ve li ser risteyan dimeşe em dikarin bi cîh bikin. Heye, hejandiye û qûl kiriye. Êdî sekn jê re heram e. Li ser rêya yekem rêyên nû bi hemdê xwe gazî te û nûbûnê dike. Yer, rewşa ku kes tê da ye, şert û merc wek hev bin jî jiyanbûn gelek tiştan li hev kom kiriye weke ewil xwîner ne şîftazî ye. Pirs û bersivên wê henin, bo nivîskar êdî tu ne wek qûrtek av î. Di berîka te da nêrinên we yên sosret henin. Her bersiv bi xwe re avisbûna pêşerojê tîne. Encamên vê zayînê rexne û şîroveyên xurt li ber xwîneran radixe.
Bîst saliya xwe de min pirtûka Dostoyevskî ya dawî bi navê “Karamazov Kardeşler/Braderên Karamazov” xwendibû. Dîsa pirtûka Fanon a bi navê “Yeryüzünün Lanetlileri” min bîstî û yek saliya xwe de xwendi bû. Pazdeh sal pişt re dîsa ez vegeriyam ser her du pirtûkên giranbûha. Pêşî ez ê li ser xwendina xwe ya duyem li ser pirtûka Fanon binivîsim. Piştre li ser “Braderên Karamazov” dixwazim binivîsim. Nivîs wek du beşan wê were weşandin.
Dema min dest bi xwendina Fanon kir, hîsa sebrê û pê ra meraq/çavzêlkî xwe da pêş. Piştî xwendina ewil di hişê min de deriye navê Fanon û derûniya gerillayên Cezayîrê di hişê min de ji xwe re hêlînekî çêkiribû. Paşê li ser Fanon û tespîtên wî gelek min nivîs xwend lê ez venedigeriyam ser pirtûkê. Ew ê wext û xwestek xwe bigîhiştandina min. Fanonê reşik li Tirkiyê bi destên spiyên montajkirî gelek salan leqayê piştguh dibû. Nedixwestin û ne jî bi dilên wan bû tiştên ku Fanon Ülke kiribû bigihije girseyan û koman. Çimkî rewşa welatê me û yên Cezayîre -serdevkî be jî- dişibiya hev. Montajkiriyên spî yên li Tirkiyê bi destê rojavayiyan hatibû sazkirin-avakirin-çêkirin loma ji Fanon bêguman wê aciz bibin. Heta ku Sartre pêşgotineke bêhempa nivîsî bala rojavayiyan û montajkiriyên wan kişand. Fanon behsa serbixwinê dikir, antî-kolonîst bû, şoreşger bû, hekim bû.
Mêtîngeriyên welat ji mêtingeriyên Fransî û rojavayiyan gelek îstifade kiribûn. Kolonîstên rojavayiyan gelek done, serborî û metodan ji wan re wek mîratek kirêt hiştibû. Mêtinger li mêtingehê gel û civakan, kom û civatokan; li ser kokekê din dixwest bide jiyîn û bi hêviya vê pergalê tiştên ne tişt dikin û hê jî konut pergal dimeşe. Armanca mêtinger di temel û di karektera xwe serkeftina wî ya hêrî xurt û bêdawî bêguman leystine bi hiş re ye. Dema me xwe gihand naveroka pirtûkê ewê her tişt xwe bide diyarkirin. Wext, yer, erdnîgarî, kes, gel çiqas ji hev cuda bin jî û were guhartin jî Sorun û pirsgirêkên heyatî neyên çareserkirin di cîhe xwe de asê dimîne û her ku diçe mezin tabana. Kin û kurtasî ne sedem ne jî encam bo dermankirinê êdî têrî nake. Çimkî çiqas di nava xwe de geviziye ewqas gilokek wî neçar xwe ava kiriye. Fanon bi pirtûka xwe ya dawî “Yeryüzünün Lanetlileri” li pişt xwe bombayek bo teqînê hişt û çû ser dîlovaniya xwe.
Dema Fanon bê xwendin bivê nevê xwîner berê xwe dide Hegel jî. Di navenda fîkra Fanon da meriv dikare bêje di bingeha ramanên wî de “destnîşankirin”, “diyarkirin” û “deşîfrekirin” heye. mesken destnîşankirin ji teoriyê behtir rêya xwe ji pratîkê wergirtiye. Bi pê ra mesken têgî jî hêla teoriyê va xwe digîhijîne “Hegelperest”bûne[1]. konut têgî û bingeh wî ji ramanê Hegelperestiyê feyz û qewetê girtiye. Di destpêka salên 1960an de daxwazên ku li ser nasnameyên cur bi cur dihat ser ziman; lêxistina deriyê ewil jî bêguman berhema Fenomenolojiya Giyana/Tina Hegelî bû û çavkaniyek xurt bû.
Bi taybetî Alexandre Kojeve bo şîroveya Hegel, sedsala bîstemîn da diyarkirina gengeşiyên sazîbûnê de rola bingehîn leystiye. Fanon bi van gengeşiyan re diyalektîkbûna kole-efendî, bi rewşa kolonyalîstbûnê vê girê dide Yan jî bi tevgirtin û pênasekirina mêtingeriyan formûle dikir û kodên wan dida nasîn. Fanon bi rexneyek diyalogî/gotûbêjî dikeve nav fenomenolojiya Hegel û felsefeya Sartre. Bi teşeya ramanên Hegel ve meseleya têkîliya kole-efendî wek pirsek tîne qada enternasyonelê/gerdûniyê. Teoriya nasîn û modela Hegelperestî cilde di nav kirdeyên/subjeyên Rojavayiyan da dirust dibû? Yan jî civatên ku di bin mêtingeriyê da dijîn meriv dikare analîzan bike? Di diyalektîka Hegel da teqez/sedîsed beramberiya wê tune. Lê dema em cilt ser civakên mêtingehê beramberiya diyalektîka Hegel xwe bi yek alîgiriyê destnîşan dike[2]. Li gor Fanon sedema vê jî; “Reşik dixwaze xwe bişibîne efendî. Bi vê sedeme jî koleyê Hegelperest ji serxwebûna xwe kêm e”[3] dide nasîn.
Çima koleya Hegelperest bi serxwebûna xwe kêm e? Bersiva vê pirsê di Fanon da veşartî ye, kirdebûna efendiyê spî xwe tê de asê kiriye. Wisa ye ku dileğe nasîna koleyê Fanonperest tune û kirdeya efendî jê re bes e. Fanon, “Însanê reş dixwaze bibe spî. Merivê spî jî bi daxwaza kolebûnê va dixwaze xwe zêdetir bigihijîne mirovahiyê”[4]. Îro em vegerin ser rewşa welate xwe em ê bibînin ku gelê me yê bindest dixwaze xwe bişibîne serdestan. Mînakek ji jiyane dixwazim bidim, hema meriv li derdora xwe temaşe dike tevgirtinên ji malbatê bigirin heta civatokên ku hûn tê da danûstandinê dikin di ber çav re derbas bikin ew ê bes be. Tirkiya min ji hêla axaftinê ve gelek devokî ye, yanî em jê re dibên tirkiya “kırık”. Gelek caran bi vê tirkiya xwe min bêhemd xwe gelek kesan aciz kiriye.
Çimkî serdest dixwaze sedî sed were zalveyê/teqlîtkirin. Geh hevalên nezan geh derdora wêjeya tirkînivîsan –yên faşoyên veşartî- daxwaza “İstanbul Türkçesi” dikirin. Digotin Çayan tu helbestkar î, nivîskar î divê tirkiya te harika be! Dixwestin ku ez jî wek wan biaxivim. Bi min destpêka asîmîlasyonê û tunekirinê bi gotina “wek min biaxive” re xwe didanferzkirin. Dixwestin ez jî bi tirkiya xwe bişibim wan. Ji aliyê din ve jî serdest û civaka ku di bin serdestan da rih jê diçe; bi leystikên hişî bi zanîn tinazên xwe bi xeberdana min dikirin. Pêşî ji vê nêzîkatiyê çiqas aciz bibim jî, piştî xwendina Fanon min baş fem pislik ku ez di rêyeke pîroz de dimeşim. Rêya min rêyek bi feyz û geş bû, lê haya min jê tunebû ku bi saya Fanon û têkoşerên Kurd gavên min diavêtin qîmettir û watedar kiribûn.
Di pirtûka Fanon “Siyah deri ak Maske/Çerme Reş Maskeya Spî” de gîrîzgeha beşê wisa dest pê dike; “Mirovê reşik çi dixwaze?” konut pirs di temele xwe de şiûra nasîna reşik e. Pişt re Fanon dibêje; “Birayên min ên çermreş, hûn bi xezeba xwe werin ser min jî, mirovê reşik ne mirov e.” Di rewşa mêtingeriye de nasîna Hegelperest nîşan dide Yan em bêjin pêk tê. Reşik ji efendiyê spî, daxwaza hişê xwebûnê dike ji aliyê din ve maskeya kûr reşik daye ser rûye xwe spî ye. Bi vê pêwendiyê hêviya ku bindest daxwaz dike: Azadbûn û xwenasîn bi vê nêrinê re tê astengkirin.
Maskeya spî berbesta xwebûn û xwenasînê ye. Di atmosfera mêtingeriyê da efendî li beramberê kole rih tabanına, li hemberî kirdeyê jî bindest nesneye, li dijî axaftinê tevgirtina bêdengbûne dixwaze; bo pênasekirina fenomenolojiya Hegelê da erêkirina navxweyi bi oryantalizme va dide der, destnîşana mesken pratîka serdestan me tine vir. Bo mêtingeran tu ne kirdeyî tu objeyek î û zincira ku xistine sitî bi navek din dîroka xweyne û zordestiye. Destnîşana Fanon çaxê em bînin ser welat û tabloyek neqiş bikin ewê tabloyek xweynî û berxwedanek dûr direj derkeve pêşiya me. Li Kurdistanê bi merhele merhele tiştê ku Fanon jiyaye û tespît kiriye yeko yeko xwe daye nîşandin. Hema em pergala perwerdehiya li ser gelê kurd tê meşandin diyare.
Nifşên ku di bin mesken pergala ku bi taybetî bi hîş vê dileyze encama wê mixabin îro serkeftina mêtingeran dide xuya kirin. Lê kok dicihê xwe daye û xwe bi her halî dipareze. Şikle şer û berxwedane nêrina ji hindire male derdikeve û li ser çanda xwe şûr û qelama xwe biweşîne wek ronkahiya di nav derzê da dişemite dikeve hindir û tabana heyat. Derzên me her diçe bi hişê xwe yê xweser mezintir. Haqiqata me çi be berxwedana me tabana li ser vê esase liberxwe bide. Di siyaseta rojane de siyasetmedar manewrayên xwe çaxê li ser hêza aslı û bi ziman dike; tirsa ku lisan û hişê mêtingeran da firtûneye derdixe meriv bi bersivên wan ên erişkar bi rihetî derdixe.
Di berhema “Yeryüzünün Lanetlileri” de Fanon mêtingeriye bi destên cuda ji quncikên cur bi cur analîzan kiriye. Ne cilde siyasî Lahza leşkerî analîzan kiriye, analîzên çandî jî bi awayeke serkeftî daye ber hev. Marîpişta/omurga berhema li Cezayîrê Fanon dema li psîkiyatriyê dixebite li ser bûyerên welatiyan hem ji nêzik ve şahîdiyê dike hem jî bi vê şahîdiya xwe analîzan dike. Bingeha psikiyatriya kolonîzme bi destê Antoine Porotê tê avetin. Antoîne Porot nijadperestek e û bi teoriyên prîmîtîvîst tê nasîn. Di şûna wî nijadperestê heram de Fanon tê tayînkirin. Wek serbijîşk dixebite. Porot li pişt xwe xwîn, zordestî, azap, şîddet û wahşeta ku li ser welatiyan bi kar aniye Fanon bi sebir nexweşxaneye rast dike. Di berhemê da tiştek balkêş jî civata mêtingeriyê bi zindî xêz kiriye û panoramaya civatê jî bi hostetî yeko yeko sererast kiriye.
Li gor Fanon li dijî mêtingeriyê serxwebûn, serkeftina teqez be jî dawiya her tiştî nîn e. Çima tiştek wisa hewce dît û anî ser ziman. Piştî mêtingeriyê destxistina serxwebûn pê re rewşa civak û gelan bi çi awayî û di kîjan astan da derbas bûye, ji çaxa îroyîn em dîroka kin dixwînin zêdetir done û mînakan tabanının. Bi gotina Fanon bo pêşarojê çawa ku gundiyan wek dendikê şoreşê tabanına. Piştî şoreşê gundî hem istikrar xwe hem rengê xwe hêdî hêdî vedikişe -yan jî tê vekişandin- û desthilata nû di bin burjûvaya neteweyî de yekdestîbûna xwe îlan dike. Piştî mêtingeriyê di nav şer de rêberê ku gernas bûye xwe daye îspatkirin bi sembolbûna wî rejîmek yek sîstem û nîvzordestî derdikeve meydanê. Yanî vediguhere îktîdarek yek hizbî yek partî. Em neçin dûr va: Li Başûr li ber çav e.
Çavkanî:
[1]Fırat Mollaer, “Frantz Fanon’un Çelişkili Kimliği: Avrupa-merkezcilik ve Milliyetçiliğin Ötesinde Tanınma”, Fanon’un Hayaletleri, Fanon’la Konuşmayı Sürdürmek, ed. Fırat Mollaer (İstanbul: İthaki Yayınları, 2018), 109.
[2]Mollaer, Kimlik, Tanınma Uğraşı ve Şarkiyatçılık, 111.
[3]Fanon, Siyah cilt ak Maskeler, çev. Cahit Koytak (İstanbul: Encore Yayınları, 2016), 261.
[4]Frantz Fanon, Black Skin, White Masks, çev. Charles Lam Markmann (London: Pluto Press, 2008), 3, 45, 178.
Yorum Yok