Nivîskarek kedkar û têkoşer. Nivîskarek pişta xwe spartiye rastiya jiyanê û civaka binketî. Nivîskarek temenek kin da berhem li ser berhaman afirandiye. Nivîskarek di navbera bextreşiya kapîtalîzmê û kedxwaran da kulma xwe şitandiye. Karekterên wî xas in û rasterast ê ku dîtiye, hîs kiriye ji wan re bû ziman û deng. Deng û rengê berhemên wî dengvedana ê bêdengan bû. Karkerên di nav dest û lingên patronan û sermayedaran rih ji wan diçû, ji wan re bû nefes. Gelek zehmetiyan kişand piştî her zehmetî û têdayî dest ji jiyane venekişand her ku çû bi êş û hêrsa xwe pêşva çû, xurt bû. Di nav feqiriyê û belengaziyê de dev ji armanca xwe ya pîroz berneda. Bar giran lê îrade wek pol û hêsin saxlem. Bi şev û roj di karên giran de şixolî û xwe nekir kîjan bin barê giran? Ji firakşotiye bigrin heta hemaliyê bi salan keştiyên mezin da kersax kersax geriya û xebitî, karkeriya madênan jî pislik li dijî jiyana zordest bi nivîsandine jî li ber xwe da. Jiyanek ji serî heta binî bi serpêhatiyên çi xem û elem çi xêr û xweşî çi zehmet û giran gav bi gav heta mûyê canê xwe jiyane jiya. Êşên xwe yên hebûnê bi rêya nivîsandinê da pêş. Kin û kurtasî Jack London nivîskare kedê bû, sosyalîst bû û bêguman nivîskarek mohra xwe li wêjeya cîhanê xist.
Temayên berhemên xwe da bikardianî bi hêla zanîstiya civatê va lêkolînê û li ser seknandinê heq dike. London ji sala 1876an heta sala 1916an ji zarokatiya xwe heta koça wî ya dawî gelek di karên giran de şixolîbû. Jack, bi Şoreşa Pîşesaziyê/Senayî re jiyana wiya kedkariyê herî dijwar bû û mesken dem û serdem jî ji rehmê û wicdanê bêpar bû. Serdem destpêka Senayî bû û kapîtalîzm bi her awayî xwe xurt dikir. Her roj karkerên ku di karên giran de dixebitîn jiyana xwe ji dest didan. Ji wê rojê heta roja me kêm zêde tiştên diqewime ne ji hev dûr in. Di berhemên xwe de qismek tiştên ku dîtiye jê îlham girt. Yên din jî bixwendin û çavdêriyên xwe karekterên xwe ava kir, London çavderiyek nirxî û bi hafizayek qewet li ser rûpelan dîroka xwe neqiş kir.
LONDON JI BO JIYANA XWE ÇI DIBÊJE?
Misal berhema wiya “Mîrovên Ber Kendal/Uçurum İnsanları” bo rewşa karkeran bivîne diçe rojhilata Londrayê. mesken berhem encama karkerên ku li bajarên mezin dişxolin û destpêka Şoreşa Pîşesaziyê/Senayî yê gelek çavkaniyek giranbûha ye. Çi dîtiye çi seh kiriye û leqayê kîjan rewşê hatibe yeko yeko da zanîn. Bi uslubek edebî rexneyan li ser kapîtalîzmê û sermeyedaran bi zimanek tûj û bêtirs aniye ser ziman. Ji mirinê wêdetir ne deşt heye ne jî gund. London wisa behsa xwe dike; ”Di nav sinifa kedkaran de ez hatim dinê. Hewes, dilek û îdealan di temenek piçûk de min keşf pislik û di zarokatiya xwe de min vana ji xwe re pislik derd bo tetmîn/têrbûna xwe. Derdora ez tê da dijiyam wehşî, hişk û tûnd bû. Nêrinek aîde min tine bû lê çavê min li jor bû. Cihê minê ku di civakê dabû herî jêr bû. Li wir bo giyan û vücuda ji bilî pîsî û sefalet ti tişt tinê bû; laş jî rih jî weka hev di nav ezab û birçîtiyê da bû [London, 2018.20]. Ezab tê kişandin di ser da birçîbûn rojê dû re hêrsbûn û dijî kedxwaran seknek îradeyî. Em dikarin bêjin rê û nêrîna nivîskar tayîna berhemên wî kiriye. Çiqas pêvxistin hebe jî jê behtir rastiya êşê, encam û buyer jî henin.”
Hin romanên nivîskar nîvbiyografîk in. Şopa jiyana nivîskar di roman û çîrokên wî de eşkere ye, pêvxistin û rastî parelel in. Wek romana “Martin Eden”, “Hesinê Panî/Demir Ökçe”, “Mîrovên Ber Kendal”, “Berdayên Rêhesin”, “Newala Hivê” hwd. London Êmerikayê ji seriyek heta serê din geriyaye. Cotkar, kedkar, gundî, bajarî, işveren, sermayeder, karkerên sazî û tezgehan temaşe kir, bi wan re axivî, çîrok û meleseyên wan guhdar kir. Jixwe bi beredayî negotine London yekem nivîskarê Êmerikayê ye proleteryayê. Meseleya kedkariyê û sinifa kedê bi hemû aliyan nivîsandiye.
MIROV REWŞA SEDEMA XWE YE
Pergalê kapîtalîzmê bandora ku li ser kedkaran hiştiye di bêjinda hişê xwe de têr û tije derbaskiriye û li gor wê karekterên xwe ava kiriye. Hin berhemên wî henin ku ne cilde bi derdora wêjeye were nirxandine bi hêla sosyolojiyê, piskolojiyê, aboriyê jî hatiye nirxandin. Dewra ku nivîs hatine nivîsandin di bêjingan şexsê nivîskar -bi jiyana wî vê- de encam û bûyer şewq dane hevokan. Bi vê vegotinê ji xeynî London: Charles Dickens, Emile Zola, John Steinbeck, Maksim Gorkî meriv dikare mînakên ji wêjeyê cîhanê bide. Bêguman mîrov rewşa serdema xwe ye. Îro çaxê em Wêjeya Kurd dixweynin mottoya azadiyê, hêmakirina şoreş û rizgarkirinê eşkere ye. Dîsa bi destên serdestan bi hêla aboriyê va pergala ku tê meşandin armanca şewq û hêviya gelên bindest were kişandin û terbiyekirinek teslîm girtina berfireh daxwaz dikin. Bindestiya London û Erebê Şemo bêşik ne weka hevûdin in. Bindestbûna London li dijî işveren û sermayedaran têkoşeriya karkeriya wî ê Erebê Şemo bi her alî va hemberî bindestî û bi hemû hêza xwe li hemberî serdestan têkoşeriyê dikir. London bi zimanek serdest dinivîsiya tu pirsgirek tine bû. Şemo bi zimanek wisa dinivîsiya her roj şehîdan dida.
Navbera Salên 1876-1916an de London şahidiya serdemek tûnd û aloziyê kiriye tabana li vê çavderiyê meriv berheman bixweyne. Sala 1893an de rewşa Devletên Yekbûyî yên Êmerîkayê krîza aboriyê va gelek xirab bû. Nifûs 62.941.714 kesan pêk dihat, 1894an de di navbera şeş mehan de ji du milyon kesên betal gîhiştibû sê milyonî [Haley, 2010 aktaran Ay, 2017.50]. Sala 1905an de ceribandina wiya binavê “pêşgotinek bo şerê sinifê/sınıf savaşına önsüz” de wisa dibêje; “Di zihniyeta burjuvaziyê de têkoşîna şerê sinifî tiştek dehşet û wehşete; lê sosyalîzm di esasê xwe tam mesken e -di navbera karkerên bêmilk û efendiyên xwedî milkan de têkoşînek cîhanî ye. Sinifa karker, di nava pêvajoya werara/evrîma civakî de, (li gorî pêdiviya xwezeya eşyayê/tişt) li dijî serdestbûna sinifa sermayeyê serîrakirin û wezîfeya wî jî xistine. Gefxwarina sosyalîzmê mesken e.”
KAREKTERA MARTÎN EDEN FERDPERESTBÛNA NIVÎSKAR NÎŞAN DIDE
Dewama ceribandine wisa didome û ferdbûna xwe îlan jî dike; “Erêkirina min a sosyalîzmê û bi aligiriya min a li ser sosyalîzmê rêzdarbûna min jî daye ber hindakirine”[London, 2018.50]. konut ferdbûna nivîskar bêguman ji xwendinên Nietzscheyê tê. Karektera Martîn Eden ferdperestbûna nivîskar nîşan dide. Nêrînên xwe polîtîk jî bi xwendinên Karl Marx li ser sosyalîzmê sekiniye û bûye alîgirê wî. Ne cilde di bandora Karl Marx da maye bi xwendinên Herbert Spencer û Charles Darwîn jî li ser ramana werarê/evrîmê jî gelek eleqadar bûye. Li deftera xwe notek wisa nivîsiye; “Dîroka mîrovahiyê, ji serî heta binî, şerek di navbera desthilat û bindestan de heta dev tijiye… Lêkolînên Darwîn çawa ku pêşketina mîrovahiyê destnîşan dike, dîroka di navbera şerê sinifan jî me bi ber medeniyeta îktîsadî va tabana.”
Hêrsbûna dijî kapîtalîzma qirej û kedxwar her tim da îfşa kirine. Mîsal London çalakiyek pêktîne û xwe wisa diparêze; ”Tiştê ku min pislik dizî bû, qebûla min e; lê giştî bi rihe kapitalizmê va jî guncaw bû. Kapîtalîst; daxistina bacê/vergiyan, pêbaweriya wazîfeyê bi şiklek xerab/kirêtî bikaranîn Yan jî bi rêya standina senator û dadgerên bilind bila were bîra we. Ez hinek ji estetîkê bêpar bûm. Cudatî jî mesken bû. Min damaçeyek bikar anî bû [London, 2018.22]. Pergala kapîtalîzm her tim bi vê temeli dimeşe, rû û sazî biguherînin jî temel mesken e. Pergal diz ên mazin ava dike û bi ûsil û qeydeya xwe jî wan diparêze. Hema em rojaneya xwe binêrin bes e. Tiştên ku saziyên devletan de diqewimin konut pratîke. Dizî jî wek derenceyan qat bi qat e. Vêga em bala xwe bidin ser rêveberiya Başûr û pratîkên wan ewê bi bûyerên xwe yên mezin me piştrast nekin? Rêveberî ne kapîtalîstê heweskariya kapîtalîzmê dike. Lê heweskarî û hêviya wî jî di esase xwe de ji binî tine. Deriye hewes dike û bo xwe şêrîn bide naskirin wek şubeya kapîtalîzmê xwe dide pêş. Ne tendûristiya wî heye ne jî xwe negîhiştandiye asta serdema xwe yê fezayê. Gelo em pir tişt jî rêveberiyê daxwaz û hêvî dikin? Bila xiyal û xwestekên me bêsînor bin ku em xwe bigîhijinin asta cîhane çağdaş.”
MIN BI ÇAVÊN XWE DÎT KÎJAN REWŞÊ DE LI BER XWE DIDIN
London di destpêke da xwinerek hêjaye. Bi xwendinan xwe gîhiştand vê qadê bi hişek rexnegirî jî bûyeran nirxand. Li dijî me ne cilde nivîskarek romannivîs, çîrok nivîs heye, lêkolîner û rexnegirek xurte jî. Me gotibû nivîskar bi xwe maxdûrê mesken pergala xwînxwar e, bi çavderiyên xwe çîrokên xwe honandiye. Vêga em ji çîroka wiya bi navê “Meksîqayî” pasajek bixweynin; “Birçî, rûyên wan ên çilmisî şeş hezar karker rojê deh senta temenên wan di navbera heft-heşt salî dixebitîn. Li boyaxaneyan zilamên ku dişxolin, wek miriyên zindî bûn. Bavê wî ew ên ku li boyaxaneyan dixebitîn bi navê hucreyên întîharî bi lev kiribû û li wir xebat salek teqabûla mirinê dikir.” Li Başûr rojê 12-14 seat bi sê dolaran gelê Rojhilat dixebitîn in. Min bi çavên xwe dît di kîjan rewşê de liberxwe didin, ji cîhê razana wan heta xwarinên wan sosret in. mesken mijar mijarek nivîsek din e. Do li Êmerikayê deh sent bû îro li Kurdistanê sê dolar e.
Di nav berhemên Jack London da “Martîn Eden” bo min şûna wî cudaye. Çimkî hem nîvbiyografîkê hem jî karekter bi tena serê xwe, bi bîr û baweriya xwe, bi kedek mezin hemû astengiyên ku li pêşiya wî hatiye raxistin bi sebir û xebatek bêhempa ji ortê radike. Zimanek wisa nerm û bi hez neqiş kiriye xwîner çaxê dest bi xwendinê dike xwe kêleka karekter tabanına. Rastî û pêvxistina romanê li ser xêzek tenik bi aheng dimeşe. Martîn Eden romana berxwedana ferd e, hindakirinê, piştî serkeftinê têkçûyin e. Piştî serkeftinê û xwe da qebûl kirinê jiyan li ber çavê wî reş tabana. Peyama ku Eden dide destê me rêya bo serkeftinê tê meşandin pîroz e. Serkeftin Lahza binketin ne ewqas girîng e. Însan çaxê xwe li dijî jiyanê temam bike her tişt wateya xwe hinda dike, di nav valahiyek da wek gernasê pirtûkê xwe di kûrahiya deryayê da bervî mirinê va noq tabana. Însan kêm e û bo meşek dûr û dirêj her tim kêmbûn wek nan û av hewceye. Tabana em li ser kodên romanê jî biseknin.
Karektera Martîn Eden di bingeha xwe de sancoyên hebûnê/heyînparêz/egzîstansiyalîzmê ji destpêkê heta dawiyê dide pêşiya me. Hebûn jê re wek terapiyê ye. Mirin, azadî, serbestbûn, hezkirin, xwe da qebûl kirin, meskenin, xwebûn… Di dawiyê de çima Eden xwe întîhar dike? Çimkî hêvî û xiyalên xwe pêk anî tiştên dixwest ji jiyanê bi dest xist. Evîndarê keça dewlemend bû, bo wê xwend, nivîsand û heta dawiyê jî xwe nekişand paşva. Keça burjuva Eden pêşî red pislik paşiyê bi serdestbûnê qebûl pislik lê Martîn êdî di asta nivîskarek navdar û serkeftiyê da bû. Sedema întîhara wî hîs a ji dinyayê veqetandin bû, di nava hebûnê da valahiyek derketi bû meydanê bi tenêbûna xwe jî dawî li jiyana xwe anî. Çaxê dikevim nav tengasiyê Martîn Eden digîhije hawara min. Li ser rûyê erdê Jack Londonek derbas bû, gelek tişt ji hevalên xwe ye kedkar re hişt, ji xwîneran re berhemen giranbûha hişt. Bi rêya edebiyeta cîhane û nivîskarên ku piştre hatin ji wan re bû hêvî û pişt. Zarokên karker, jinên ku li febrîqayan têdayî dîtin bû istikrar wan. Sosyalîzma şêrîn û bo xelasbûnê mîrovahiye bi zimanek xweser û ji propaqandaya dûr ket nav lisan û hişê însanan. Wêjeya Jack London heyatê, jiyanê, evîna nîvcoyî, karkerê, hêviya serdestbûnê ye.
Yorum Yok