Stranbêj Işık Donmez klîba xwe ya nû qedand. Klîba Donmez li ser hemû malperên Z/Kalan Muzîkê hate belav kirin. Parıltı Donmez, klîba xwe bi van gotinan parvekir: “Ji me gelek kes jiyanek reş û sipî dijîn. Hinek tişt ji bo me ya heye, ya tineye, ya baş e, ya nebaş e, ya rind e Yan jî ne rind… Bi rastî jî gelo jiyan wiha ye?”
Gotinên ku Parıltı Donmez kiriye stran, ya stranbêj Mehmet Atli ye. Gotinên klamê wiha ye:
Wê fîstana sor, dîsa li xwe ke
Xwe bixemilîne, porê xwe şe ke
Li li bin sîya wê darê ez li benda te me
Dereng nemîne, dereng nemîne,
Sebra min tine, dereng nemîne
Kî çi dibêje, xema min nine
Dev jê bernadim, min lisan daye te
Mizgîna min bide, bêje ya te me
Rûyê min bikenîne, bêje ya te me
Ji minra bêje rê, ji kêfan bifirim
Sing û berê te bibe hêlîna min
Ya jî bêje na, ez jî bizanim
Ya bêje erê, ya jî bêje na (ÇAND Û HUNER)
Yorum Yok